
Şanoya Ahmede Xanî
” Şanoya Ahmedê xani di sala 1989 de li elmanya yê bajarê Düsseldorf-Neussê hat damezrandin û dest bi xabete xwe yê Hûnerî kir. di sala 1995 de bi vebûna televizyona kurd “Medtv” koma ehmedê xanî di weşenê medtv de bi listikên kurte şano, skêç, pêkenok û bi rêze filma cihê xwe girt û hat nasandin. rojnameya Özgür Gündem ku derbarê bernameyên medtv de lêkolînek çekiribu. di nav hemû bernameyên hûnerî de encama anketê bûbû hilbijartina karê bê kara û Qolinc “
Ango bi awayekdin temaşevanên Medtv xwe di neynika Qolinc û karê bê kara de dîtibûn. ger hûner jî Jîyana gel be divê ku tewra gel moraxwe li vê hunerê bixe. Ev anket û encamên wî jî hêle özgür Gündem ve bi dorfirehî hat nivîsandin. Îro li gor hebûne 4 kanalên televîzyonê kurd kêmasîya Şano û rêze fîlma bi awayek vekirî tê xuyakirin. Em dikarin bipirsin; gelo bo ci wesan hene û gelo çi wê dikaribe temaşevanan bigihine çand û hûnere netewî. Wê ev millet ango gel; wê xwe û nasnameya xwe çawa bibine. Li gor ku; ev gel ne elman , Srîlanka û efrîqayîne divê ku xwe bi çand û hûnere xwe perwerde bikin. Em dikarin bêjin evan kêmasiya berdewamin. Dema ku hemu beşên çand û hunerê di rojnameyan û di ekranê televîzyonên kurd de were dîtin. Em ew cax dikarin li ser kêmasîyê Hunerê û şanoyêjî nîqasan bikin….
————————————————————————————————————————-
Nêrîn! ( Dewran Agirî Kovara Hunerî Candî / hejmar:2 Zivistan 1998-1999 ) ” Divê em wek daxwaziya cend rojan û demek kurt li şano geriyê nenêrin. Divê em hunera şanogerîyê ji xwera wek karekî hunerî bibînin û vîya jî di jîyanû rihê xwe de bi can û dil wek karek bipejirînin. Kesê ku bi fêrisya (şiyan û hêz) xwe ya şanogerîyê bawer e divê têkeve neva xabata şanogerîye û pêra her roj vê fêrisîya xwe pêşda bêxe. “
Li ser şano û şanogerîye me
Ji bo mirovê sanoger, tistê herî pêwîst berdewamkirina berxwedaneke bihêz ji her hêla jîyanê ye. Riya berxwedanê ya herî bas jî, dîtina alîyê bûyeran ya herî bi kene.lê tenê ne dîtin ,belkî pêra bi rîya hunerê xwe, pêskêskirina li berçavên gel û huner hezane.
Ji bo me sanogeran di nav trajediyan da jî karê yekemîn sad kirina temasevanaye. Em zarokên sedsala fezayî di sanoya xwe de xêzek çawa pêk bînin da ku em bikarin bigîjin berhemeki bi nirx? Ji bo sanoyê tenê dayîna çend agahdarîyan ne bese, têrî tu tistan nake. Sano divê pêwîstiya zanabûn û xwe pêsdabirinê di dil û mêjîyê temasevanan de pêsde bibe û gel sîyarbike. Dema sanoger berxwedana xilasîya soresgerekî nîsanî temasevan bide, kêfxwesbûn û xwestina temasevanan divê ji bo sanoger ne besbe. tevî kêfxwesbûn û xwestinê, divê lîstikvan fikra alîkarî û dîtina rîya xilas kirinê jî bide temasevanan.
Cawa em di hêla sanoyê de di destpêkê dene, her wiya temasevanên me jî di destpêkêdene. Lê wekî saxên hunerê yên din cawa pêsvecûn pêwîst be, di sano û temasevanîya sanoyê de jî pêsveçûn û serwextbûn pêwiste. Dîsa lîstikvan divê rîya rexnekirinê jî bo temasevanê xwe her dem vekirî bihêle û bi vî rengî dîyaloga sanoger û temasevanên sanoyê pêsbikeve.
Divê em sanoger di vê pêvajoyê da biryarek bidin: emê di bin navê sanoyê de skêcan bileyzin û temasevanan bidin kenandin an jî emê bi sanogerîyek nûdem pirsgirêk û rewsa welatê xwe bi gelê xwe û gelê cîhanê bidin nasandin. Sanoger divê wek neynikekê jîyan û rewsa mirovan bide berçavên temasevanan. Lê di vê derê de pêwîste huner tenê dayîna realîte ya rasta rast ji xwera armanc nebîne. Bi xebatek stetîkî û bi nêrînek hunerî divê rastîyen rojane bikolîne û wek berhemek hunerî derxîne berçavên temasevanan. Xalek din jî ji pirsgirekên sanogerîya me eve ku di nîsandana berhemê ku hatiye amadekirin de derdikeve holê. Divê sanogerên me li ser listikên xwe tenê ji bo derketina sevekê, sahîyek an jî bernameyek televîzyonê nefikirin. Wekî tê zanîn ji bo amadekirina berhemek sanoyî pêwîstî bi demê gelek heye. Berhemê ku di amadekirina wê de pêwistî bi demek dirêj heye, tenê bi pêsandana yek carî nayê ji nav birin.
Di vî warî de derketina gerê ji bo pêskêskirina berheman derdikive pêsberiya me. Lê ez dixwazim ji bo sanoger û berendamên sanoya me jî çend dîtinên xwe bêjîm: em wekî sanogerên di bin sîya akademîye çand û hunera kürdî de xebatê dikin, divê em wek daxwaziya cend rojan û demek kurt li sano geriyê nenêrin. Divê em hunera sanogerîyê ji xwera wek karekî hunerî bibînin û vîya jî di jîyan û rihê xwe de bi can û dil wek karek bipejirînin. Kesê ku bi fêrisya (siyan û hêz) xwe ya sanogerîyê bawer e divê têkeve neva xabata sanogerîye û pêra her roj vê fêrisîya xwe pêsda bêxe. Çiqas li hember vê rastiyê em karibin bêjin, me dibistana bilind ya sanogerîyê nexwendîye” em sanogerên kurtdistanê jî divê wek hemû saxên hunerî û hêzên din xwe bi xebata xwe û di dibistana soresê de xwe perwerde bikin.
Sanoger, pirsgirekên civakî, sîyasî ,aborî,sosyalî û hwd. Divê bizane û ji wan fam bike. Ji zanebûnê bêtir divê barê kisandina van pirsgerêkan jî bikisîne. Ji van tistan bêtir divê xwe bas nasbike. Hunermendekî wiha hunermendê gel bixwiye, yê ku dijî vê rastîyêye, kesek dervayî civakê ye, ji problem û jîyana civakê dûre, ji ês û kûsên (birîn) gelê xwe dûr dikeve, ku ev jî vê wateyê: temasevan lîstik û lîstikvanekî ji jîyana xwe dûr, guhdar û temase nake. Kesek wisa jî tenê hunermendek ji bo xweye û pêwîstîya gel bi hunermendek wiha qet tuneye.
Li hember hinek nêrînan divê hunermend an jî sanoger xwediyê nêrînek û armencek pîriz be, divê hunermend aligir be. Li hember bûyerek civakî kesê nêrîneke wî tunebe nikare wê bûyerê bi renge hunerî bide pêsberî temasevanan û berhemê xwe ji gel re pêskês bike. Ger miriv ne xwedî zanebûn be nikare tu tistekî bide pêsberî temasevanan. Ji ber ku heta mirov ne xwedîyê zanebûn û têgehistinê be, mirov nizane ku ci tist layêqê pêsandanê ye û çi tist ne layêqê pêsandanê ye.
Ger lîstikvan dixwaze ku ji bikaraninekê bêtir, wek hunermendek derkeve pêsberî gel û temasevanan, divê di hêla mafdariyê de di alîyê kesê têkûser de cih bigre. Divê ji hêla kes û çîna( sinif ) bindest de deng û rengê xwe eskere bike û bi hunera xwe di xizmeta wan de be. Weke alîyên jîyanê yên din jî, bê alîbûn bixwe alîgeriyê neheqêyê ye. Ji ber ku li hember ewqas zilm û zorê bêdengbûn bi kêra (feyda) kes û çîna serdest bixwe tê. Ji bo çîna bindest û hejar jî bê feydeye.
Dewran Agiri – Kovara Hunerî Candî / hejmar:2 Zivistan 1998-1999







